Li kampa Holê qedexeya derketina derve hate rakirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn duh li kampa Holê, ji ber jineke DAIŞ`î ku bi kêrê endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn birîndar kiribû, qedexeya derketina derve ragihandibû, îro jî qedexe hate rakirin.

Ji ber jineke DAIŞ`î endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn li kampa Holê bi kêrê birîndar kir, Hêzên Ewlehiya Hundirîn qedexeya derketina derve li kampê ragihand. Tê zanîn ku kampa Holê mezintirîn kampên li Sûriyê ye û li rojhilatê herêma Hesekê ya Bakurê Sûriyê dikeve.

Di vê derbarê de nûçegihanê me got, Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî rojekê qedexeya derketina ji kampê, rakir.

Her wiha nûçegihan destnîşan kir ku rêxistinên ku karmendên xwe ji kampê derxistin, îro hemû li kampê vegerandin.

Cîgirê  Fermandarê Koalîsyona Navdewletî Alexos Greenwich di hevdîtineke taybet de ya bi Endibind Net îhtîmala rûdana tundrewiya li kampan wiha wesif kir:" Di şerê li dijî komên terorîst de yên dervî operasyonên leşkerî yên berdewam, mezintirîn metirsiyeke istratejîk û domdar e."

Tê zanîn ku kampa Holê bi hezarên malbatên çeteyên DAIŞ`ê dihewîne. Li gorî serjimariya dawî niha zêdetirî 70 hezar koçber û penaber û malbatên DAIŞ`iyan li kampê hene.

(eh)

ANHA


Mijarên Din