Li kampa Holê rewş dijwar e

Penaber û koçberên li kampa Holê dimînin nerazîbûn nîşanî rêxistinên mirovî dan û gotin: “Rêxistin rewşa me paşguh dikin. Heta niha me ti rêxistin li kampê nedîtin e.”

Li kampa Holê ya ser bi kantona Hesekê, bi deh hezaran koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî lê dimînin. Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihilatê Sûriyê li gorî derfetên di destê wan de alîkariyan pêşkêş dikin.

Lê koçber û penaber ji ber paşguhkirina rêxistinên alîkariyan, azaran dikşînin. Nemaze ku havîn hatiye û hin kamp şewitîne. Lê rêxistinên têkilîdar çadiran, çadir li kesên ziyan dîtine belav nekirine.

Penabera ji parêzgeha Enbar a Iraqê, Sara Mihemed dibêje: "Pileya germê bilind e, pêwîstiyên me yên rojane têra me nakin. Ji ber kêmbûna xizmetan em zehmetiyan dikşînin. Em bang li aliyên eleqedar dikin ku rewşa kesên li kampê dimînin di ber çavan re derbas bikin."

Rexmî ku gelek rêxistin li kampê hene, lê alîkariyên ku têne belavkirin, pêwîstiyên rojane yên koçberan bi cih naynin. Kaoçbera bi navê Fatima Ehmed got: "Xwarinên ku rêxistinên alîkariyê li me belav dikin, gelekî kêm in. Rexmî ku kêm in jî di belavkirinê de jî edaletî nine. Ji ber malbatên ku ferdên wan du kes bin wekî malbatên ku ferdên wê 9 bin alîkariyan digirin."

Bi hatina germa havînê re rewşa niştecihên kampê dijwartir dibe. Fatima dibêje ku klîmayê hatine belavkirin jî kampê nacemidînin, ji ber hewa pir germ e.

Penabera bi navê Zehra Ebdulrehîm a ji Iraqê got: “Ji beriya çend rojan çadira min ji ber germê şewitî û malbata min li gel cîranan dimîn e .Ji ber ku çadir wernegirtine.”

Koçbera bi navê Rîma El-Elî rewşa li kampê şîrove dike û dibêje: "Min ti rêxistin li vir nedîtine, me hebûna rêxistinan li vir nebihîst, me kar û alîkariyên wan nedîtine."

Koçberan bi navê Alya Îbrahîm a ji Helebê jî rewşa kampê wiha tîne ziman: "Di rojên dawî de mar û dûpişk li kampê belav bûne. Bi taybet li beşê 7 û 8 ên kampê.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din