Li kampa koçberên Girê Spî tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî bi derfetên kêm navendeke tenduristiyê li kampê vekir û ji bo xweparastina ji Koronavîrusê bang li koçberan kir ku li paqijiyê xwe baldar bin.

Şewba Koronavîrusê (Covid-19) her ku diçe li cîhanê belav dibe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku heta niha li herêmên rêveberiyê tu rewşên nexweşiya nehatine tespît kirin. Rêveberiyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna şewbê gelek tedbîr girtin. Koçberên li kampa koçberên Girê Spî jî li gorî biryara Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya qedexekirina derketina derve tev digerin û ji konên xwe dernakevin.

Wek tedbîreke xweparastina li dijî belavbûna Koronavîrusê, rêveberiya kampê, kamp dezenfekte kir û alavên paqijkirinê belav kir. 30 komînên li kampê nan û pêdiviyên jiyanî li koçberan belav dikin. Rêveberiya kampê û bijîşkan jî di der barê çawaniya xweparastina ji Koronavîrusê de bi civînekê hişyarî da koçberan. Her wiha ji bo parastina tenduristiya laş, belavok belav kirin.

Dibistana kampê ku tê de 411 xwendevan ji aliyê 35 mamosteyan ve perwerde didîtin, ji ber metirsiya belavbûna şewbê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku parastina ewlehiya kampê dikin, lepik û maskên tenduristiyê li xwe dikin.

NAVENDA TENDURISTIYÊ YA KAMPÊ  DIKEVE XIZMETÊ

Navenda tenduristiyê ya li kampê hat vekirin, ket xizmeta koçberan. Di navenda tenduristiyê de 10 xebatkar û bijîşkên nexweşiyên hundirîn, zarok û jinan kar dikin û beşek ji bo dermanxaneyê heye.

Dr. Akif Mihemed Xelef têkildarî vekirina navenda tenduristiyê diyar kir ku ji bo nexweşên li kampê beşê destwerdana lezgîn heye û wiha dewam kir: "Heta niha tu saziyên alîkariyan, alîkarî nedane me û ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan tu hewldan nekirine. Tevî ku gelek caran em bi wan re ketin têkiliyê jî, lê belê ew bi mêjiyê bazirganiyê tev digerin û ji bangewaziyên koçberan re nabin bersiv."

LI DIJÎ BELAVBÛNA KORONAVÎRUSÊ TEDBÎRÊN LI KAMPÊ

Xelef bi bîr xist ku ji ber Koronavîrusê li seranserê cîhanê rewşa awarte hatiye ragihandin û li gelek welatan derketina derve hatiye qedexekirin û got: “Li kampa koçberan derfetên paqijiyê kêm in. Amûrên tenduristiyê jî kêm in. Divê gelê me bi her awayî bi bijîşk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re alîkar be. Em û rêveberiya kampê bi hev re li konan digerin û der barê rê û rêbazên xweparastina ji Koronavîrusê de, koçberan hişyar dikin. Bi derfetên heyî, me kamp û derdora kampê dezenfekte kir. Em bang li koçberan dikin ku bi me re alîkar bin û ji konên xwe dernekevin."

Koçbera bi navê Nazê Mihemed jî anî ziman ku ew ji konên xwe dernakevin û wiha domand: "Ji bo parastina xwe û zarokên xwe ji Koronavîrusê em avên gihayan ên xwezayî vedixwin û zarokên xwe jî hişyar dikin ku li paqijiya xwe miqate bin."

Ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk şêniyên bajarê Girê Spî neçarî koçberiyê bûn. Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampeke koçberan li nêzî bajarokê Til Seminê yê li başûrê navçeya Eyn Îsa, hat vekirin.

ANHA


Mijarên Din