Li kampa Minbicê amadekarî û ximzetguzariyên pêşwazîkirina zivistanê

Rêveberiya kampa Minbicê bi hema hêza xwe hewl dide kampê ji tevahî aliyan ve da ku pêşwaziya zivistanê bike, amade dike. Amadekarî ji bo guhartina konan û lêkolîna li ser pêkanîna gelek projeyên ximetguzariyê yên dîtir didomin.

Bi hatina zivistanê re, rêveberiya kampa Minbicê hewl dide erkên xwe yên amadekirina kampê ji zivistanê re pêk bîne. Her wiha dê projeyên amadekarî yên her du beşên kampê ku tê de nêzî 785 kon hene, pêk bîne.

Di zivistana çûyî de kon xirab bûbûn û ava baranê dikete hundirê konan û herî li nava kampê çêdibû.

Di vî warî de ajansa me ANHA’yê bi hevserokê kampa Minbicê Îbrahîm Mistefa re hevpeyvînek çêkir. Mistefa wiha got: "Rêveberiya kampê, konên xirabûyî diguhere. Li rexê jî li ser projeya sererastkirina kampê, lêkolînan dikin."

Mistefa wiha lê zêde kir: "Niha projeya lêkirina erdê kampê da ku pêşwaziya zivistanê bikin, lêkolîn dikin. Her wiha jî da ku koçberên di kampê de ji barana zivistanê bên parastin. Li rexê jî li ser projeyên lêkirina dîwarekî ji 20 cm, firehkirina kampê û danîna konên nû ji malbatên ku hejmara wan zêdetirî 10 kesan di konekê, bi armanca sivikkirina fişarê li konan, nîqaş dikin."

Rêveberiya kampê, guhartina tevahî konên li beşa yekemîn a kampê bi dawî kir. Dê li ser guhartina konên beşa duyemîn a bi hejmara 135 konan e, bixebitin. Dê proje di hefteya bê de bi dawî bibe.

Ji aliyekî dîtir ve koçberekî ji kampa Minbicê tekez kir ku konên berê xirab bûbûn û ji 2 salan ve şênî di heman konê de ne. Niha jî rêveberiya kampê konên nû datîne. Da ku pêşwaziya zivistanê bike û ava baranê nekeve hundirê konan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din