Li kampa Neyrebê ji ber topbarana çeteyan 6 kes mirin

Di topbarana komên çete li ser kampa Neyreb a başûrê Helebê de di nav de zarok 6 sivîl mirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê dane ANHA‘yê çeteyên dewleta Tirk di saetên vê êvarê de 3 top avêtin li kampa Neyreb a başûrê bajarê Helebê, di encamê de 6 sivîl di nav de zarok hene mirin.

Kesên jiyana xwe ji dest dane ev; Ehmed Farûq El-Xetîb (37), Fatima El-Xetîb Robîn (65), Yûsif  Mihemed Ebû Hereş (6), Mihemed Welîd El-Dahûdît, Amala Sixênî Fayiz (10), Wekîd  Mihemd El-Dahûdîtî (8).

Li herêmê di navbera komên çete û rejîmê Sûriyê de şer û topbaran bi dijwarî rû didome, her wiha balafirên şer ên rejîmê bargehên çeteyên li Kefer Hemra ê bakurê Helebê û derdora Xelsa û Zemar ê başûrê Helebê bombebaran kirin.

Nûçegihanê me diyar kirin ku hêzên rejîma Sûriyeyê bargehên çeteyên li Xan Esel, Cumiyet Kehreba, Kefernaya, Mensûra, Raşidîn ên rojavayê Helebê topbaran kirin û li derdoraê gundewarên başûrê Helebê jî şer rû dide.

ANHA


Mijarên Din