Li kampa Şehbayê amadekariyên mezin ji bo werza zivistanê

Ji bo amadekariya ji demsala zivistanê re, rêveberiya kampa Şehbayê bi hevkariya Şaredariya Gel bi derfetên xwe dest bi amadekariyên xwe ji sererastkirina binesaziya kampa Şehbayê li gundê Dêr Cemal li navçeya Şêrawa kirin.

Kampa Şehba di 14`ê Adara 2016`an li gundê Dêr Cemal a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hate avakirin, da ku koçberên ji bajar û herêmên Sûriyê ku şer lê rû dide, hembêz bike. Derdora 247 malbat lê bicih bûn.

Di dema êrîşên ser kantona Efrînê de, dagirkeriya Tirkiyê kampa Şehba kir hedefa xwe, di encamê de koçberên li kampê careke din li gund û malên şêniyên navçeya Şêrawa belav bûn.

Piştî dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re, şêniyên wê neçar man berê xwe bidin gundên Şêrawa û kantona Şehbayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk carek din sazûmaniya kampê sererast kir.

Di kampa Şehbayê de derdora 92 malbatên ji şêniyên kantona Şehba û Efrînê hene.

Bi nêzikbûna demsala zivistanê, rêveberiya kampa Şehbayê bi hevkariya Şaredariya Gel a herêma Efrînê dest bi sererastkirina binesaziya kampê kirin, rêveberiyê çîmento ser erdê kampê raxist û bilok derdora wê danîn, da ku ava baranê derbasî konan nebe, weke zivistana çûyî.

Li gorî rêveberiya kampê, wan ji her malbateke di kon de 2 torên çîmento û 60 bilok peyda kirin.

Endamê rêveberiya kampa Şehbayê Cîger Xwîn bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kirin ku alîkariyê ji şêniyên Efrîn û Şehbayê re pêkêş bikin.

Her wiha welatiya bi navê Cîhan Bekir spasiya rêveberiyê kir ku li gorî derfetên xwe xizmetguzerî ji şêniyên kampê re pêşkêş kir û teqez kir ku ew ê li pêşiya hemû zehmetiyan bisekinin heta ku Efrîn rizgar bibe.

Welatiyê bi navê Hemze Hemîd wiha got: "Zivistana çûyî ava baranê derbasî konên me dibûn, lê îsal dê ev yek dubare nebe." Hemze spasiya rêveberiyê kir û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku alîkariya wan bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar