Li kampa Şehbayê û navçeyên wê bergiriyên pêşîlêgirtina Koronavîrusê

Bi armanca parastina jiyana welatiyan, Şaredariya Gel a Herêma Efrînê, dermanê kêçan û klor li kamp û navçeyên kantonên Şêrewa û Şehbayê reşandin.

Da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus (Covid-19) belav nebe, Rêveberiya Xweser rêzebergiriyên pêwîst girtin. Komên tenduristiyê yên pispor û şaneyên aloziyê ava kirin û li seranserî herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Vê sibê Şaredariya Gel şaxê herêma Efrînê dest bi palanên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê kir û madeya klor li Kampa Berxwedan reşandin, dermanên kêçan li kolan, qad û deverên çopan reşandin, her wiha mazot li kanalîzasyonên nava Kampa Serdem, navçeya Til Rifet, Ehdas, Ehres, Vavîn û Şêrewayê reşand.

Şaredariya Gel dê 25’ê Adarê dermanê kêçan li nava  kamp, mal, sazî, komîn, dibistan û mizgeftan bireşîne.

eh

ANHA


Mijarên Din