Li kampa Waşûkanî dibistaneke nû hate vekirin

Komeleya "Help Kurdistan" avahiyek ku amade kir, ji bo dibistanê radestî Rêvebiriya Dibistanan a kampa Waşûkanî kir.

Xwendekarên kampa Waşûkanî bi hemû astên xwe (Seretayî, navîn û amadehî) ku hejmara wan 2 hezar û 400 bûn, di 17 konan de perwerdeya xwe didîtin.

Bi armanca peydakirina atomosfêreke guncaw ji bo perwerdeyê, rêxistina "Sav The Children" dibistaneke vekiribû. Li aliyekî din, Komeleya "Help Kurdistan" dibistaneke li kampê ava kir û piştî bidawîkirina avakirin, radestî Rêveberiya Dibistanan a kampê kir.

Dibistan ji 6 odeyên perwerdeyê û odeyeke rêveberiyê pêk tê. Xwendekar dê li gorî 3 dewanan perwerdeyê bibînin.

Di merasîmêm radestkirinê dibistanê de, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi dehan koçberên kampê amade bûn.

Rêvebira komeleya "Help Kurdistan" Semîra Hesen a şirîta vekirina dibistanê qut kir got: "Armanca komeleyê ya avakirina dibistanê ew e ku atmosfêreke guncaw ji bo xwendekarên ji ber ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne û ji perwerdeya xwe bê par mane, re peyda bike ji bo ku xwendina xwe temam bike."

Endamê rêveber ê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kampê Mihemed Haco behsa zehmetiyên ku sala borî di qada perwerdeyê de dîtine kir. Her wiha îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û Komeleya Help Kurdistan ji bo domandina sîstema perwerdeyê alîkariyan pêşkêş dikin.

Piştî vekirinê, xwendekar yekser dest bi dewanê li vê dibistana nû kir.

ANHA


Mijarên Din