Li kampa Waşûkanî jî bi hezaran şewata li girava Îmraliyê şermezar kir

Li kampa Koçberan a Waşûkanî ya li bajarê Heseskê bi hezaran kes şewata li girava Îmraliyê şermezar kir û bang li aliyên têkildarî kir ku destwerdanê bike û rewşa Ocalan eşkere bike.

Bi hezan şêniyên li kampa Koçberan a Waşûkanî ji bo şermezarkirina şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye meşek li dar xist.

Meş ji ber nuqteya Heyva Sor a Kurd heta ber bi navenda Rêberiya Kampa Waşûkanî ve dewam kir.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin û dirûşmeyên "Bimre Erdogan" û "Bê serok jiyan nabe" hatin qîrkirin.

Meş li ber navenda rêveberiya kampê rawestiya. Endama Komîteya Şopandinê ya Kampa Waşûkanî Macîda Emîn axivî û ev tişt anî ziman: "Şewata ku îro pêk hatibû tiştek ne tesaduf e, lê belê beşek ji êşkcene û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Ev şewat ji me re cihê fikaran e."

Macîda Emîn di berdewama axaftina xwe de banga şandina şandeyek serbixwe ji parêzer, rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir da ku sedemên şewatê û agahiyên der barê rewşa Ocalan de eşekere bike.

Macîda Emîna bang li gelên cîhanê û rêxistinên siyasî û civakî kir ku çalakiyên ji bo eşkerekirina rewşa Ocalan berdewam bikin û got: "Piştgiriya bi Rêber Ocalan berpirsyartiya dîrokî ye, îro roja piştgirî û têkoşîna ji bo rêberê netewî ye. Divê civaka navdewletî destwerdanê bike û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bike."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din