Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên di Kampa Weşûkanî de dimînin, endamên rêveber ên komîte û saziyên kantona Hesekê û kampê beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn ku ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Hesekê ve hat lidarxistin.
Navend ji aliyê dayîka du şehîdan; Salih û Mihemed Semo, Necme Ebdo ve hat vekirin.
Di merasîmê de berdevak Komîteya Çand û Hunerê Efaf Heskî axivî û vekirina navendê li koçberan pîroz ki rû got: “Divê em ziman û çanda xwe biparêzin û piştgiriyê bidin behreyên hunerî mîna stran, lêdana amûrên muzîkê, helbest, wênesaz û lîstikvanî.”
Efef Heskî got, komîte dê piştgiriya navendê bike û pêwîstiyên girîng ên rewşenbîran peyda bike.
Endama Kongra Star a Kampa Weşûkanî Sebah El-Cuma destnîşan kir ku navend, yek ji destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên bi hezaran şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê pêk hat.
Di merasîmê helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin û komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
(şx)
ANHA