Li kampên koçberên Efrînê bergiriyên pêşîlêgirtina Koronavîrusê

Koçberên Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdemê yên li kantona Şehbayê diyar kir ku bergiriyên ku Komîteya Tenduristiyê der barê pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê de girtine, gavên erênî ne.

Hevserokê Kampa Berxwedan Şêxo Îbrahîm der barê mijarê de wiha axivî: "Destpêkê şaredariyê madeyên dezenfekteyê li hemû kamp, dikanên bazirganî û kolanên nava kampê reşandin."

Bi heman armancê serdana nava kampên li kantonên Şebayê hatin qedexekirin, di vê derbarê de Îbrahîm wiha got: "Me serdana şêniyan ji hev re qedexe kir, her wiha me kombûnên li nava kampan jî qedexe kirin, ji ber vê yekê divê yek ji malbatê dakeve bazarê û divê şêniyên li kampê dimînin li paqijiya xwe baldar bin."

Fatma Mistefa ji koçberên Efrînê ye û li Kampa Berxwedan dimîne, Fatma wiha parve kir: "Tedbîrên Komîteya Tenduristiyê girtine gavên erênî ne û em li gorî wan tev digerin."

Koçberê bi navê Mehrem Hisko tedbîrên ku hatine girtin, wek gaveke serkeftî bi nav kir.

Horiyê Mihemed jî koçbereke ji kantona Efrînê ye û li Kampa Serdem dimîne û got Komîteya Tenduristiyê û şaredarî bi erka xwe radibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din