Li kantona Hesekê çalakiyên piştgiriya gelê Şengalê

Şêniyên navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê tevgerên PDK`ê û hikumeta Bexdayê yên li dijî civaka êzidî şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdanê bikin û qirkirina Kurdên êzidî rawestînin.

Hikumeta Bexdayê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amadekariyên derbaskirina 10 hezar leşkeran ji bo Şengalê dike. Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û bang li hemû hêz û aliyên siyasî kir ku ji bo parastina Şengalê amade bin. Gelê Rojava bersiva wê bangewaziyê da û duh daketin qadan da ku piştgiriya xwe bi Kurdên êzidî yên Şengalê re nîşan bidin.

Îro, şêniyên Rojava ji bo şermezarkirina planên hikumetên Başûrê Kurdistanê û Bexdayê yên li ser Şengalê ku 2014`an gelê êzidî di nava pençên DAIŞ`ê de hiştin û ji herêmê reviyan, daxuyanî dan.

TIL TEMIR

Vê sibehê bi dehan şêniyên navçeya Til Temirê û endamên saziyên sivîl li pêşiya meclisa navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê tevgerên PDK`ê yên bi hevkariya hikumeta Bexdayê û amadekariyên derbaskirina 10 hezar leşkeran ji bo Şengalê, şermezar kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Ebdulbaqî Kotî daxuyanî xwend û komployên bi armanca têkbirina destkeftiyên gelên herêmê, şermezar kirin û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide li Başûrê Kurdistanê şerê birakujiyê derxe. Bi vê yekê jî têr nabe û li dijî gelê me yê Şengalê êrişan pêk tîne.”

Kotî destnîşan kir ku wekî sala 2014`an Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan, niha jî parastina hemû parçeyên Kurdistanê wekî erkeke xwe dibînin.

Kotî wiha domand: “Em vê peymana di navbera hikumeta Bexdayê û Başûrê Kurdistanê de şermezar dikin ku her du alî dixwazin hêzên li Şengalê derxin û radestî dewleta Tirk a dagirker bikin.”

Kotî di daxuyaniyê de bang li NY`yî û Meclisa Ewlehiyê kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hemberî gelên herêmê pêk bînin û bi awayekî cidî nêzî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dewletên herêmî binêrin. Her wiha tedbîrên qanûnî yên navneteweyî bigirin û li ser binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer, hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku yekdest bin û hevkariya rêveberiyê û hêzên leşkerî bikin, bi pey fitneyê nekevin û li hemberî şerê taybet hişyar bin.”

ZIRGAN

Şêniyên navçeya Zirganê ya nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re jî piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a Şengalê û gelê êzidî re nîşan da û bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku tevgerên PDK`ê û hikumeta Bexdayê yên li hemberî civaka êzidî rawestînin. Di wê derbarê de, şêniyan daxuyaniyek da. Cîgira hevserokatiya meclisa navçeya Zirganê Hebûn Zekî daxuyanî li pêşiya meclisê xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wek meclisa navçeya Zirganê û saziyên sivîl û leşkerî, em daxuyanî û gefên li dijî gelê me yê Şengalê şermezar dikin.”

Hebûn destnîşan kir ku PDK`ê ji hêzên Iraqê xwest ku li dijî YNK`ê bikevin Hewlêrê û niha heman tiştî ji bo Şengalê dike û wiha got: “Lê belê PDK`ê ji bîr kir ku dem û cih hatiye guhertin û êdî gel ji komployên li dijî wan tên sazkirin, hişyar in. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) heye, wê hêzê li dijî DAIŞ`ê şer kir û Şengal rizgar kir. Ew niha jî amade ye ku gel û xaka xwe biparêze. Dê tecrubeya Kerkûkê dubare nebe.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kanî rêxistinên mirovî ku banga mafên mirovan dikin? Çima NY li hemberî sûcên li dijî gelê me yê Şengalê pêk tên, bê deng e?”

Hebûn bang li rêxistinên mirovî û NY`yê kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku van kiryarên hêzên Iraqê li dijî gelê Şengalê rawestînin.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê, şêniyên navçeya Dirbêsiyê îro daketin qadan da ku piştgiriya gelê êzidî yê Şengalê bikin.

Şênî li pêşiya Çerxerêya Jinê kom bûn û pankertên “Em ê dagirkeriya Tirk û alîgirên wê têk bibin û bi ser bikevin” û wêneyên şehîdan rakirin.

Di kombûnê de, şêniyê êzidî yê bi navê Omer Kalo daxuyaniyek xwend û tê de wiha got: “Piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên di 2014`an de li dijî gelê Şengalê, gelê êzidî xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe ya xweser û hêzên ji bo parastina Şengalê ava kir. Niha hikumeta Bexdayê û PDK`ê hewl didin 10 hezar leşkeran derbasî  herêmê bikin. Armanc ji vê yekê têkbirina ewlehî û îstiqrara êzidiyan e.”

Kalo wiha domand: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên gerîla, gelê êzidî ji zilma DAIŞ`ê xilas kirin. Ka hikumeta Bexdayê û PDK li ku derê ne?”

Kalo tekez kir ku dê şêniyên Rojava piştgiriya gelê Şengalê bikin da ku hemû komployên li dijî wan tên sazkirin, vala derxin.

Daxuyanî bi dirûşmên piştgirîdayîna gelê Şengalê û şermezarkirina komployên li dijî civaka êzidî, bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din