Li kantona Hesekê pêşangeha cil û bergên folklorîk

Nivîskar û lêkolîner Salihê Heydo got pêşangeha yekemîn a cil û bergên folklorîk, ji ber ku çandên gelên herêmê dide pêşandan, dê ji pêşangehên bê re bibe bingeh. Heydo got "Di pêşangehê de mirov dikare rengên hemû çandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne."

Li bajarê Hesekê bi slogan "Çand dengê rabirdûyê ye û vedenga niha ye"pêşangeha salane ya yekemîn a cil û bergên folklorîk hate vekirin. Pêşangeh dê 3 rojan berdewam bike.

Pêşangeh ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û bi rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hate organîzekirin. Pêşangeh li Hola Erd El-Ehlam a taxa Til Hecer hate vekirin.

Pêşangeh ji hemû cil û bergên folklorîk ên pêkhateyên Ereb, Kurd û xiristiyan pêk tê.

Pêşangeh bi beşdariya bi sedan şêniyên kantona Hesekê û dayikên şehîdan hate vekirin, paşê cîgira hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nûr El-Wekaa axivî û wiha anî ziman:"Bi rêya vê pêşangehê em ê cil û bergên folklorîk zindî bikin û rengê hemû cureyên çandên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê zindî bikin.”

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî jî axivî û got pêşangeh her sal bi armanca zindîkirin, parastina çandan û cil û bergên folklorîk dê were vekirin.

Rêveberê Komeleya Çanda Suryaniyan a li Sûriyê Îbrahîm Qes Îbrahîm vekirina pêşangeha salane ya cil û bergên folklorîk li hemû şehîdên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Ev pêşangeh bi keda hemû navendên çandê yên girêdayî kantona Hesekê hate vekirin."

Îbrahîm destnîşan kir ku ev pêşangeh nîşana hevgirtin û yekitiya gel e, tevî hemû gefên li ser herêmên wan, lê ew bi mîrateyên xwe şa dibin û ev pêşangeh dê bibe dengvedana pêşerojê.

Di heman çarçoveyê de lêkolîner û nivîskarê Kurd Salihê Heydo jî wiha axivî: "Ev pêşangeh ji pêşangehên herî serkeftî yên ku hatine vekirin e û ji ber ku çandên me û çanda pêşiyên me dide diyarkirin, dê ji pêşangehên bê re bibe bingeh, di heman demê de bi rêya vê pêşangehê mirov dikare hemû rengên çandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne."

Pêşangeh dê 3 rojan dewam bike û bi awayekî rojane semîner werin dayîn. Di roja yekemîn de semîner dê têkildarî cil û bergên kurdî be û ji aliyê Salihê Heydo ve were dayîn, her wiha di roja duyemîn de jî dê têkildarî cil û bergên Ereban be û ji aliyê Ehmed El-Şît ve were dayîn û roja  dawîn jî dê têkildarî  cil û bergên Suryaniyan be.

Tê payîn ku pêşangeh bi şahiyekê ji aliyê çend komên folklorê ve bi dawî bibe, ji van koman koma Esala ya govendên erebî, koma Mam Şengalî ya çanda êzidiyan û koma Roj a govendên kurdî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din