Li kantona Qamişlo hemleya dezenfektekirinê berdewam e

Komîteyên tenduristiyê yên kantona Qamişlo bi hevkariya Gerînendetiya Tenduristî û şaredariyên gel dest bi dezenfektekirina avahiyan û navendan kir da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigirin.

Îro hemleya dezenfektekirinê li tevahî bajar, navçe û şaredariyên kantona Qamişlo dest pê kir. Hemleya dezenfektekirinê li avahiyên sazî û navendan bi madeya ‘piopak’ pêk tê. Dê sazî heta du rojan piştî dezenfektekirinê bên girtin. Her wiha piştî dezenfektekirina sazî û navendan dê gerac (otogar), yarîgeh û parkên giştî jî bên dezenfektekirin.

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed got hemle ji du rojan ve piştî weşandina biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girtina bergiriyên baldariyê ya pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê, dest pê kir. Rojîn bal kişand ser ku hemle li ser du merheleyan dest pê dike, ya yekemîn tevahî navend, saziyên sivîl, xizmetguzarî û leşkerî tên dezenfektekirin û ya duyemîn jî cihên giştî mîna gerac, parkên giştî û deverên kombûnan tên dezenfektekirin.

Rojîn piştrast kir ku hemle bi sponseriya komîteyên tenduristiyê û bi hevkariya şaredariyên gel pêk tê.

Rojîn Ehmed bang li şêniyan kir ku tedbîrên parastinê bigirin û li gorî biryarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên parastina şênî û dûrxistina ji kombûnan bigirin.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Komîteya Hawîrdorê ya Kantona Qamişlo Tariq Mihemed destnîşan kir ku komîteyê beriya destpêkirina dezenfektekirinê agahî da tevahî karkeran da ku pirsgirêkên ji bilî wê dernekevin. Her wiha Tariq piştrast kir ku komîteyê dest bi reşandinê kir û dê tevahî sazî û cihên giştî dezenfekte bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din