Li Kerkûkê du teqîn rû dan: 2 mirî û 3 birîndar

Buroya Ragihandina Ewlehiya Iraqê diyar kir ku li du gundên parêzgeha Kerkûkê du teqîn rû dan, di encamê de 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Buroya Ragihandina Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Kiryareke terorîst bi bombeyekê Hêzên Polîsên Federal li gundê Sadûniyê yê parêzgeha Kerkûkê kir hedef, di encamê de endamek mir û 2 birîndar bûn."

Her wiha hate gotin "Bombeyek din li gundê Esriyê yê heman parêzgehê teqiyan, welatiyek mir û efserkî Polîsên Federal birîndar bû."


Mijarên Din