Li Kerkûkê karmendekî NY’yê hate kuştin

Karmendekî ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hate kuştin.

Duh êvarê bijîşkek ê ji Filîpînan ku karmendê ofîsa Neteweyên Yekbûyî bû, li balafirxaneya Kerkûkê mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, bijîşkê filîpînî bi navê Runald Santus bi kêrê hatiye kuştin. Heya niha aliyên pêwendidar li ser bûyerê tu daxuyanî nedane.

 


Mijarên Din