Li Kerkukê êriş, li Xaneqîn teqîn: 1 kuştî û 5 birîndar

Li Kerkukê êriş li dijî Polîsên diJî Teror ya Iraqê pêk hat. Piştî êrişê hêzên dijî terorê ji ber derdor bêserûber guleberan kir jinek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Li Xaneqîn jî bombe teqiya.

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din êriş li dijî navenda Polîsên Dijî Teror ya Iraqê  pêk hat. Wesayîteke nenas bombe avêt navenda Dijî Teror. Di encama êrişê de 2 polîs birîndar bûn. Piştî bûyerê hêzên dijî terorê bêserûber derdora xwe gûlebaran kirin.

Ji ber gulebarana bêserûber ya polîsên dijî terorê jina bi navê Helaw Nesredîn (65) jiyana xwe ji dest da û sê welatiyên din jî birîndar bûn.

Rêveberê Binkeya Polîsên Rehîmawa Newzad Star diyar kir ku wesayîta ku êriş pêk anî ne hatiye girtin û nayê zanîn berbi kuderê ve çûye.

Dinava hefteyek a borî de zêdetir 16 bûyerên cuda wek teqîn û êrîşên çekdarî li sînorê Kerkuk pêkhatine.

Di heman şevê de li gundê Mihemed Şêr Beg ê ser bi bajarokê Xaneqîn jî bombeyeke hatiye danîn, teqiya lê, biqasî agahiyên bi dest ketiye ti ziyanek negihandiye welatiyan.


Mijarên Din