Li Kobanê 15 hektar zeviyê genim şewitî endamekî Foca Agirkujiyê birîndar bû

Di encama vemirandina şewata li zeviyên çandiniyê yên gundewarê kantona Kobanê de endamekê foca agirkujiyê birîndar bû.

Li devera di navbera gundên Telek û Taşlok ên rojavayê kantona Kobanê de 12 hektar zeviyên genim û li bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê 3 hektar zeviyê çandiniyê ji ber şewatê bûn xwelî. sedama derketina şewatê nehatiye naskirin

Di encama vemirandina şewata li gundê Taşlokê de endamê foca agirkujiyê Emar Hacim di dest û rûyê xwe de birîndar bû û beşek ji erebeya wî şewitî.

Beriya hefteyekê li gundên Bîrik, Zinar Esaf, Êtoyiran, Kofî, Karoz û Qecer ên başûrê kantonê 250 hektar zevî şewitîn.

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk ên li herêma Cerablusê zeviyên gundên Mişko, Şiyûxa Jorn, Bênder û Borazê yên rojavayê kantonê topbaran kirin û şewitandin.

ANHA


Mijarên Din