Li Kobanê 2 hezar û 600 ton ceh hatiye wergirtin

Desteya Çandiniyê ya Kobanê dest bi pêşwazîkirina mewsima ceh a îsal kir. Rojane zêdetirî 600 ton ceh pêşwazî dike.

Bi sedan cotkarên gundên kantona Kobanê dest bi radestkirina hilberîna xwe ya ceh kir.

Gerînendetiya Çandiniyê ji çend rojan ve 2 hezar û 600 ton ceh ji tevahiya gund û navçeyên kantona Kobanê pêşwazî kir mîna El-Celebiye, El-Qeneya û Sirînê.

Cotkar hewl didin bi lez hilberînên xwe biçinin û radestî Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ên li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Hilberîna ceh ji girîngtirîn hilberînên çandiniyê yên îsal e.

Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavokeke girêdayî radestkirina hilberîna ceh di çewalan de beriya ku ji depoyan re têne veguhestin, belav kir.

Hilberîn di gelek qonxana re derbas dibe. Destpêkê pîvan a ku miqdara hilberînê dipîve, piştre qonaxa nimuneya destpêkê û di dawiyê de derbasî odeya veşartî dibe da ku miqdara gemara ku di encama barana îsal de derketiye were eşkerekirin.

Piştî wê nimûne derbasî odeya teqîgeha dawîn dibe û hilberîn li gorî pileyên kalîtebûnê û paqijiyê tê dabeşkirin.

Gerînendeyê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Herêma Firatê Mihemed El-Dexîl destnîşan kir ku ew di serê meha Hezîranê de li her du depoyên Rovî û El-Celebiye yên kantona Kobanê dê dest bi pêşwazîkirina hilberîna genim bikin. Miqdara zêde jî dê ji depoya Şirkirakê re were veguhastin. Depoya Şirkirak mezintirîn depoya genim li Bakurê Sûriyê tê hesibandin û karîna wê di navbera 100 heya 120 hezar ton e û dikeve herêma di navbera Reqa, Kobanê û Girê Spî de.

Depoyên Kobanê rojane zêdetirî 600 ton ji hemû cureyên ceh pêşwazî dikin.

Nirxê kirîna ceh li gorî pileyên kalîtebûnê hatiye diyarkirin. Nirxê cureya super bi 100 lîreyên Sûriyê ji cotkaran tê kirîn û her pileyek kêmtirî wê ji nirxê destpêkê bi 1.25 lîreyên Sûriyê tê kirîn.

Hilberînên ceh li gorî 4 pileyên kalîtebûnê ji cotkaran têne wergirtin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din