Li Kobanê 4 kes hatin kuştin

Li gundekî kantona Kobanê ji malbatekê 4 kes hatin kuştin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî derdora malê girtin.

Nûçegihanê me ragihand ku di encamê gulereşandinê îro sibehê ji malbata "Şêxo Hemo Kalî" li gundê Xizênê başûrê bajarê Kobanê 4 kes hatin kuştin.

Sûckarê bi navê Mehmûd Ismaîl Oso ku nexweşiya psîkolojîk pêra heye, bi çeka kilaşînkov gule li malbata xwe reşandin û paşê xwe kuşt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn navên kesên ku hatin kuştin eşkere kirin û nav wiha ne: dayîka bi navê Yazê Îbo (60), Melîhe Ismaîl Oso xweşika sûckar e ya 40 salî û keça wê Seher Mihemed Xidir (2) û Nîroz Ismaîl Oso xweşika sûckar (18).

Her wiha 2 zarokên bi navê Fûad Mihemed Xidir (8) û Ferhad Mihemed Xidir (4) di bûyerê de birîndar bûn, Fûad rakirin nexweşxaneya Minbicê û Ferhad rakirina nexweşxaneya Emel li Kobanê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din