Li Kobanê amadekariyên mertalên zindî

Şêniyên herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê amadekariyan dikin da ku li hember sînorê Tirkiyê sibê xwepşandanan li cihên cuda yên kantona Kobanê piştî gefên Tirkiyê yên dawîn ên li ser Bakurê Sûriyê, li dar bixin.

Amadekariyên mertalên zindî û xwepêşandanan li ser sînorê di navbera herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de dest pê kir. Amadekariyan piştî gefên Tirkiyê û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li beramberî herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê, dest pê kir.

Sibe Meclisa Kantona Kobanê dê li Qada Jina Azad a navenda Kobanê der barê gefên dewleta Tirk de ku dê dest operasyonên leşkerî ber bi xaka Sûriyê ve bike, daxuyaniyekê bide.

Li bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk tevgera li sûk û dikanên bazirganiyê hatiye sekinandin.

Her wiha li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Qamişlo, Hesekê û Serêkaniyê amadekariyên çalakiyên cuda ji bo şermezarkirina tevgera leşkerî ya Tirkiyê li beramberî sînorê Sûriyê û gefên wê, têne kirin.

Her wiha li gundê Qeremox ê rojavayê bajarê Kobanê yê li ser sînor xwepêşandan hatibû lidarxistin û bi hezaran ji gelê Sûriyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê beşdarî xwepêşandanê bûbûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din