Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 2 salan ve ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut dike û şêniyên li herêmên nêzî çem zehmetiyên bidestxistina ava vexwarinê dikişînin, nemaze şêniyên kantona Kobanê ji ber ku bîr ziwa bûne û yên din jî ava wan kêm bûye. Li aliyekî din jî saetên dayîna kehrebeyê kêm bûne. Her wiha rêxistinên mirovî erkên xwe yên dabînkirina avê bi cih naynin.
Li gundewarên rojhilatê Kobanê, zêdetirî 100 gund zehmetiyên peydakirina ava vexwarinê dikişînin. Li ser vê yekê Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê dest bi kolandina bîran kiriye. Gava yekemîn a kolandina bîran li gundê Elîşar dest kir ku bi rêya tankeran ava vexwarinê ji vê bîrê digihîne 4 gundan.
Lê tevî vê yekê şênî zehmetiyên kêmbûna avê dikişînin, ji ber ku bîrek tenê têra 4 gundan nake. Şênî daxwaz dikin ku li her gundekî bîrek were kolandin da ku pêwîstiyên şêniyan werin bicihanîn.
Welatiyê bi navê Mehmûd Nûrî ji gundê Elîşar e û diyar kir ku ji ber kêmbûna avê gelekî zehmetiyan dikişînin û got: "Kêmbûna ava çemê Firatê bandoreke gelekî mezin li herêmên me kir. Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker av qut kiriye, kehrebe qut dibe ku bi rêya wê me av ji bîran dikişand."
Welatiyê bi navê Osman Nasir jî îşaret pê kir ku bîrek tenê têra 4 gundan nake û got: "Bi kurtasî piraniya gundan bêyî ava vexwarinê ne. Vê pirsgirêkê ji dema ku ava çemê Firatiyê kêm bûye ve dest pê kir. Bîr jî ziwa bûne ku ziyaneke mezin gihand çandiniyê."
Endamê rêveber ê Yekîneya Avê ya navçeya Şêranê Hecî Mihemed jî got: "Zêdetirî sed gundên rojhilatê bajarê Kobanê zehmetiyên dabînkirina ava vexwarinê dikişînin. Gerînendetiya Avê jî zehmetiyên çaksazkirina torên avê dikişîne, ji ber ku leşkerên Tirk ên dagirker guleyan li karkerên çaksazkirinê direşînin."
Têkildarî çareseriyê Hecî Mihemed wiha got: "Em 2 bîran li gundê Eyn Bet ê rojhilatê Kobanê û navçeya Til Xezal ê başûrê wê dikolin da ku bandora kêmkirina ava çemê Firatê kêm bibe ku bûye sedema krîzeke mirovî, bi taybet di aliyê ava vexwarinê de."
PROJEYÊN PÊŞEROJÊ YÊN GERÎNENDETIYA AVÊ
Şaredariya Gel plan dike ku hewzeke avê li ser girê Miştenûrê ava bike. Firehiya hewzê hezar metrekabik e ku dê avê bigihîne taxên bajarê Kobanê. Hewz wê piştî 6 mehan bikeve xizmetê. Her wiha şaredarî bîran li gundewarê rojhilat ên ku av lê kêm e, dikole.
Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê Mesûd Bozê diyar kir ku sedema sereke ya azarên şêniyan, qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye. Her wiha anî ziman ku gerînendetî hemû hewldanan dike da ku bi rêya kolandina bîran vê pirsgirêkê çareser bike.
Bozê bang li Rêveberiya Xweser kir ku destekê bide wan da ku bikarin projeyên mezin ên dabînkirina ava vexwarinê pêk bînin, nemaze ku rêxistinên li herêmê karê xwe nakin û pêwîstiya gelek xetên avê bi çaksazkirinê heye.
Welatiyê bi navê Weyso Zeynel bang li Girînendeya Sotemeniyê kir ku mazotê ji bo pêxistina jeneratoran bide wan û wekî çareseriya herî guncaw a têkbirina plana dewleta Tirk a dagirker a ku avê wekî çekekê li dijî wan bi kar tîne, dibîne.
ANHA