Li Kobanê baxçeyekî nû tê vekirin

Di çarçoveya projeya xizmetguzariyê ku şaredariya bajarê Kobanê ji werza havînê re danîbûn pêşiya xwe,  li rojavayê bajêr ku dikeve derdora daristanê, dest bi avakirina bexçeyê giştî kir.

Berî  du rojan Buroya Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, li aliyên bakurê daristana Kobanê dest bi avakirina bexçeyê giştî kirin. 

Tê zanîn ku rûbera erdê ji bexçe re hatiye veqetadin, 7 donim e û dikeve aliyê bakurê daristana Kobanê ku li ser rêya Cerablûsê ya rojavayî bajarê Kobanê.

Serpereştên projeyê diyar kirin ku di plana bexçe de 40 dar heye û dê 400 darên din jî werin çandin.

Hêjayî gotinê ku Buroya Jinan amadekariya li bexçe vekirina cihekî taybet bi lîstokan dikin.

Têkildarî mijarê serpereştê vekirina bexçeyê nû Ehmed Reşîd diyar kir ku di nava mehekê de, dê xebata avakirinê bidawî bibe.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din