Li Kobanê bi boneya salvegera serhildana Qamişlo maçek hate lidarxistin

Bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamişlo maçek di navbera tîma Karkeran û tîma Ciwanên Girê Spî de li stada Gulê lidar ket. Di dawiya maçê de tîma Karkeran bi encama 3-0 bi ser ket.

Bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamişlo maçek di navbera tîma Ciwanên Girê Spî û tîma Karkeran a Kobanê de li stada Gulê lidar ket. Bi dehan şênî tê de beşdar bûn.

Şêniyan bi coşek mezin maç temaşe kirin.

 Maç bi serkeftina tîma Karkeran bi encama 3-0 bidawî bû.

Di dawiyê de Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Kobanê lîstokvanên tîma Karkeran û cîhazê fenê ya stada Gulê xelat kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din