Li Kobanê bi hezaran şênî li dijî siyasetên dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li dijî siyasetên artêşa Tirk a dagirker, guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya dewletên ewropî ji Tirkiyê re daketin qadan.

Meş ji qada Jina Azad bi tevlibûna bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê tevî endamên saziyên herêmî û partiyên siyasî destpê kir.

Meş li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine lidar ket.

Şêniyan pankartên bi nivîsên `Birêz Trump di qirkirina me de nebe şirîkê Erdogan` û `Dagirkeriya Tirk sivîlan bi çekên qedexekirî li Serêkaniyê li ber çavên cîhanê dikuje` hildan.

Beşdarên meşê dibînin ku civaka navneteweyî rê dan dewleta Tirk da ku binpêkirinên xwe yên hovane li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ser sînor pêk bîne.

Meş li Çarxerêya Aştî li nêzî deriyê sînorên bi Tirkiyê re rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Foziye Ebdî axivî û dagirkirina herêman ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Foziye destnîşan kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî û Serêkaniyê nayên qebûlkirin û digihêjin asta sûcên şer. Gelên herêmê bi hevgirtina xwe  dikarin dagirkeriyê tune bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Foziye got bêdengiya civaka navneteweyî yak u îdia dike ku ew alîgirê dozên rizgariya gelan ji zordestiyê ye nayê qebûlkirin. Civaka navneteweyî heta niha tu daxuyanî neda û sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar nekirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bû.

Şêniyan piştî serdana serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji Tirkiyê re û hevdîtina wê bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re xwestin nameyekê bigihînin dewletên ewropî di serî de Almanya ku dev ji piştgiriya Tirkiyê di planên wê yên dijminatî de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din