Li Kobanê bi minasebeta salvegera damezirandina PYD`ê civînek li dar ket

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Firatê bi boneya salvegera 17`emîn a damezirandinê, civînek bi beşdariya bi dehan kesan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar xist.

Endam û alîgirên PYD`ê yên li hundirê Sûriyê û li derveyî wê salvegera 17`emîn a damezirandina partiyê pîroz dikin.

Li bajarê Kobanê endamên PYD`ê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên partiyê, saziyên herêmê, saziyên civaka sivîl û kesayetên partiyên siyasî civînek li dar xist.

Hevserokê Meclisa PYD`ê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo bi zimanê erebî û kurdî axivî û got: “PYD partiya şehîdan e, nexasim ku ji tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdan hembêz dike.”

Şêxo wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em 17`emîn salvegera damezirandina PYD`ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û dibêjin PYD bi şehîdan dest bi xebata xwe kiriye û divê em şopdarên rêya şehîdan bin ku niha em di bin sîwana wan de dijîn."

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku lihevkirina Kurdan a ku niha pêk tê, heke aliyek siyasî jê hate dûrxistin, temam nabe û dê li ser qada siyasî ya Kurd neyê pejirandin.

Hevseroka Meclisa Partiyê şaxê herêma Firatê Bêrîvan Hesen jî salvegera damezirandina partiyê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Partî ji dema avakirina ve anku ji 2003`yan ve û heta niha ronahiya civaka Sûriyê ye. îro ev partî bûye stargeha bi milyonan sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Bêrîvan Hesen da zanîn ku di rewşa ku gelek dewlet li Rojhilata Navîn tê re derbas bûye, PYD`ê xwe îsbat kir û civak ji terorê xilas kir, nexasim di şoreşa 19`ê Tîrmehê de; şoreşa demokratîk a ku bû milkê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Silêman Silêman axivî û damezrandina partiyê li tevahiya malbatên şehîdan ên li herêmê pîroz kir.

Her wiha Endamê Meclisa Giştî ya Partiyê Hisên El-Şêx jî axivî got ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî bi tevahiya pêkhateyên xwe hevgirtî ye.

Hisên El-Şêx ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Bê guman kesên ku di nava genî de masiyan digirin hene û pêwîstiya wan bi derfetan hene, ji ber vê divê em ji wan hişyar bin, ji ber ku  xizmeta aliyên dijberê  tevgera demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin dikin û ew li dijî serhildanên rastîn ên gelan in.”

Di civînê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Kêlo Îsa jî axivî û got PYD di demekê de hate avakirin ku hikumetê desthilata xwe li ser gel ferz kiribû, lê îro rewşekê cuda heye ku gel dikare di hemû qadan de bi hev re bin û hev û du qebûl bikin.

Parêzer û çalakvanê serbixwe Ferhad Baqir jî axivî û hêviyên xwe der barê diyalogên pêkanîna yekitiya kurdî de rave kirin û îşaret bi girîngiya encamên wan diyalogan kirin bi şêwazekê ku xizmeta tevahiya aliyên siyasî bikin.

Ferhad Baqir di dawiya axaftina xwe de bi diyar kir ku ruxmî cudabûna nêrînan lê divê fikrên ku yekitiya Kurd armanc dikin, bibin yek.

Di dawiyê de gelek peyamên pîrozbahiya yên partiyên siyasî yên Kurd û Ereb hatin xwendin û koma Botan stranên gelêrî û şoreşgerî gotin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din