​​​​​​​Li Kobanê bihatî bandorê li amadekariyên cejna Qurbanê dike

Bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re bihabûna madeyan, bi taybetî bihabûna goşt, bandoreke neyînî li amadekariyên cejnê dike.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji bo pêşwazîkirina cejna Qurbanê amade dikin, lê amadekarî rastî bihabûna buhayên goşt tê.

Îsal rewş li Sûriyê cuda ye, ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar ku bû sedema bihabûna madeyan. Ev bihabûn jî bandoreke neyînî li amadekariyên cejnê dike, nexwasim ku çend roj mane ji cejnê re.

Ji ber bihabûna goşt, beşeke mezin ji şêniyan nekarî qurbanan bikirin û tevgera gel ji kirîna pêwîstiyên cejnê re lawaz bû.

Arif Hemo bazirganê pez e. Hemo got: “Di cejnên derbasbûyî de min zêdetirî 50 serî mih di du hefteyan de difirotin. Lê niha nikarim 5 seriyan bifiroşim. Sedema vê yekê jî daketina nirxê lîreyê Sûriyê ye.”

Mislim Seydî wiha dibêje: "Cudahiyeke mezin di navbera vê cejnê û cejna salên çûyî de heye. Sala borî min zêdetirî 80 serî berx firotin, lê îsal min tenê 5 firotin. Ji ber ku şênî di vê bihabûna heyî de nikarin bikirin."

Her wiha diyar kir ku niha buhaya her mihekê zêdetirî 500 hezar lîreyan e.

Bihayê her mihekê gihaşt milyonek lîreyên Sûriyê,  lê beriya salekê bihayê wê di navbera 100 hezar  heya 200 hezarî de bû.

Êdî gel berê xwe nade kirîna goşt. Niha nirxê goştê berxan bûye 13 hezar lîreyên Sûriyê.

Hin texmîn dikin ku bihabûna zêde ya pez vedigere biryara Rêveberiya Xweser a hiştina derxistina pez ber bi derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve. Pez jî li derve biha tê firotin û vê yekê hişt ku bazirgan ber bi derve ve bişînin, ji ber vê yekê buhayê pez li sûkê bilind bûye.

Her wiha Qanûna Qeyser jî ku beriya mehekê li ser Sûriyê hatibû pêkanîn, bandoreke zêde li aboriyê kir. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bandor lê bû, tevî îdiayên berpirsyarên Koalîsyona Navdewletî ku herêmên Rêveberiya Xweser ji vê qanûnê hatibûn îstisnakirin.

(rm)

ANHA


Mijarên Din