Li Kobanê binpêkirina zagonên trafîkê

Li bajarê Kobanê, di saetên nîvro û ber êvarî de, ji aliyê ajokaran ve gelek zagonên tirafîkê tên binpêkirin. Ev yek jî dibe sedema bêzarbûna şêniyan.

Di tax û kolanên sereke yên bajarê Kobanê de tevgerkirinek a ne li gorî zagonên trafîkê heye. Ajokar bêberpirsyarî tevdigerin. Ev yek jî hem zirarê dide wan û hem jî dide şêniyên din.

Di vê raporê de em ê balê bikşînin ser binpêkirinên zagonên trafîkê yên ji aliyê ajokran ve têne kirin.

Li gorî rêya çûyîn û hatinê tevgerbûyîn nîne

Yek ji sedemên sereke yên ku dibe sedema qezeyan û  cihê nerazîbûna şêniyan, ew e ku ajokar ne li gorî xeta ku hatiye diyarkirin tevdigerin. Ajokar dijberî xetên ku hatine diyarkirin tevdigerin.

Ev pirsgirêk herî zêde li Çerxerêya Jina Azad, rêya destpêkê û dawiya kolana 48 rû dide ku ajokar berovajî xeta çûyîn û hatinê yên diyarkirî tevdigerin.

Zarok erebeyan diajon û lezê zêde dikin

Ji sedemên din ku dibe cihê nerazîbûna şêniyan ew e ku kesên bi temenê biçûk erebeyan diajon. Bi taybet jî motorsêklêtan. Di aliyê zagonî de qedexe ye ku kesên di temenê biçûk de ajotinê bikin û polîsên trafîkê muxalefetê li wan dide. Lê rexmî vê yekê ev pirsgirêk didome. Ev kes li cihên ku dewriyeyên polîsên trafîkê nînin zagonan binpê dikin. Ji ber vê yekê polîs wê rewşê displîn bikin.

Şêniyên bajarê Kobanê rexne li Polîsên Trafîkê dikin ku dihêlin kesên temenbiçûk erebeyan biajon. Rêveberên Saziya Trafîkê sedemê vê yekê dispêre malbatên wan kesên ku destur didin zarokên xwe ku erebe û motorsêklêtan biajon.

Li rex vê pirsgirêkê jî, pirsgirêka leza zêde ya erebe û motorsêklêtan dibe sedema qezeyan. Dîsa hin ajokar dema erebeyan diajon kembera ewlehiyê girênadin, ev jî jiyana wan dixe xeteriyê.

Polîsên Trafîkê çi dibêjin?

Rêveberiya Polîsên Trafîkê dibêje, ajokar li xwe danaynin ku zagonên trafîkê pêk bînin. Ti kes jî nikare bi zor li wan ferz bike.

Rêveberê Polîsên Trafîkê yê Kobanê Salih Mihemed diyar kir ew pêngavên hişyarkirinê yên derbarê zagonên trafîkê de digrin û got: “Endamên me havînê di saetên nîvro de ji ber germê 3 saetan navber didin. Di wextên ku endamên me di navberê de bin binpêkirinên zagonên tirafîkê têne kirin.”

Salih Mihemed bang li ajokaran kir û got: "Polîsên Trafîkê xebatkarên alîkariyê ji bo rêxistinkirina tevgera çûn û hatinê ne. Divê ajokar bi xwe û bêyî endamên trafîkê xwe bi rêxistin bikin û bi berpirsyarî nêz bibin."

Mihemed diyar kir ku dê pêngavên rêxistinkirina tevgera trafîkê, muxalifkirina erebeyên ne rûxsetkirî û camên lîzser biavêjin.

Bangawaziyên çareserkirinê

Şêniyên bi navê Şevger Muslim ê dikana wî li nêzî Qada Jina Azad e got: “Rojane bi dehan kes zagonên tirafîkê binpê dikin û ti kes hesab ji wan naxwaze.”

Şevger bang li Polîsên Trafîkê kir ku çareseriyê ji vê pirsgirêkê re peyda bikin û hesab ji kesên zagonan binpê dikin bixwazin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din