Li Kobanê çandina sebzeyan dest pê kir

Piştî ku şitilên di malên plastîkî de mezin bûn, şêniyên gundên Kobanê dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kir. Piştî mehekê dê berhem bigihîjin û tê payîn ku buhayên sebzeyan erzantir bibin.

Ji ber zêdebûna nirxê sebzeyan li Kobanê, şêniyên navçeya Qineyê ya Kobanê di meha Kanûnê de şitilên sebzeyan di malên plastîkî de çandin. Hin şêniyên navçeyê baxçeyên sebzeyan ji bo pêdiviyên xwe yên malê û hejmareke mezin ji bo firotinê çandin. Şitilên firotinê niha ji malên plastîkî derxistin û di baxçeyan de diçînin.

Piştî şitilên sebzeyan derora 5 mehan di malên plastîkî de mezin bûn, niha li navçeya Qineyê  gelek cureyên sebzeyan li hemû gundên Kobanê û kesên ku baxçeyan diçînin, tên firotin.

Piraniya şêniyên navçeya Qineyê girîngiyê didin çandiniyê, ji  ber ku gundên rojavayê Kobanê zêdetirî xwe bi erdên avî yên nêzî çemê Firatê tên naskirin. Ew jî dibe sedam ku her sal şêniyên navçeyê erdên xwe biçînin.

Îsal ji ber zêdebûna nirxên sebzeyan, şêniyên herêmê nerazîbûna xwe nîşan da. Sedema bihabûnê jî ji ber ku sebze ji derve tê û her kîloyek bacanên sor gihîşt 300 lîreyên Sûriyê. Ji bo wê şênî bi hêvî ne ku heta meheke din sebzeyan bi nirxekî normal bikirin.

Malên plastîkî her sal zêde li Qineyê nayên çêkirin, lê îsal bi sedema bihabûna sebzeyan li herêmê, hişt ku hejmareke mezin ji malên plastîkî werin çêkirin. Ev jî diyar dike ku ta meheke din dê ev sebze bigihîjin û bi nirxekî baş werin firotan.

Şêniyên navçeya Qineyê Elî Ehmed Mistawî deh donim (şimbilek) baxçeyê sebzeyan çandiye. Di baxçeyê wî de bacanên reş, ên sor, xiyar û îsot hene. Mistawî wih got: “Îsal axa baxçeyê binerd pir hişk bû, ji sedema zêdebûna baranan bandor li axê kiriye, lê tevî wê em hêviyê didin gelê xwe ku sebze baş derkevin û bi nirxekî baş heta meheke din werin firotin.”

(hh-hk)

ANHA


Mijarên Din