Li Kobanê çinîna nîsk û ceh dest pê kir

Mewsima çinînê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kobanê dest pê kir. Her wiha Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê giştînameyek têkildarî kirîn û mercên girêdayî çinîn û radestkirina mewsimê ji cotkaran re derxist.

Çandinî çavkaniyeke debarê ya sereke ye ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Mewsima îsal jî ji yên salên borî baştir e. Ev jî ji ber barana pir a îsal bû. Li rexê jî zêdebûna baranê hin ziyan û nexweşî mîna zengê gihandin mewsimê.

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna çandiniyê hate kirin. Kantona Kobanê jî dest bi çinîna mewsima ceh kir û her wiha jî çinîna nîskan jî tê kirin.

Di vê çarçoveyê de jî Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Firatê der barê mewsima çinînê de piştî lidarxistina civîna di navbera desteyê, Kargeha Pêşdebirina Civaka Çandinî, Gerînendetiya Çandiniyê û Rêveberiya Mîrê de li bajarên Kobanê û Girê Spî, giştînameyek derxist.

Giştînameya desteyê wiha ye: "Qedexe ye ku genim beriya dema wê bê çinîn, ji ber ku genimê ku rêjeya şilbûna wê zêdetirî ji sedî 13 be, di mîran de nayê depokirin, ji lew re dê red bibe."

Her wiha hate ragihandin ku wergirtina mewsima çandiniyê ji cotkaran, li navendên wergirtinê dê ji 10’ê Hezîrana bê de dest pê bike.

Li kantonê 2 navend ji bo wergirtina mewsimê hatine diyarkirin, mîrên El-Celbiyê û Rofê yên kantona Kobanê û li rexê jî mîrên Eyn Îsa û El-Sexrat a Girê Spî.

Desteyê di giştînameyê de bihayê çinînê jî diyar kir û got rêjeya genimê avî û bejî ji sedî 5 e anku xwediyê alava çinînê (patoz) ji her 100 tûrê genim 5 tûran ji cotkar dibe. Ji bo ceh jî ji sedî 7 e.

Lê ji bo alava çinînê ya hêrdina ka (derase) li gel heye û dema valakirinê li erdê be, çinîna her hektarekê bi bihayê 40 hezar lîreyên Sûriyê ye. Lê heke valakirin li mala cotkar be, bihayê her hêktarekê 50 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku 3 hezar lître mazot weke beşa yekemîn li ser xwediyên patozan hatiye belavkirin.

Xwediyên alavên çinînê ne razî ne!

Di vê çarçoveyê de şêniyê bi navê Mihemed Celal ji gundê Mînas e û xwediyê patozê ye, raber kir ku xebat dereng dest pê bû û êşa kêmbûna madeya mazotê dikişînin û ev jî astengiyê derdixe.

Celal îşaret pê kir ku parçeyên guhartina patozê bi bihayekî pir zêde ne, ji lew re bihayên ku Desteya Çandiniyê diyar kirine, kêm in û têrê nakin. Cotkarê bi navê Elî Umer Ehmed jî da zanîn ku biha guncaw e.

Bihayên wergirtina mewsimên çandiniyê yên genim û ceh hê jî nehatine diyarkirin. Tê payîn îro ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ku navenda wê li Eyn Îsa ye, bihayên genim û ceh bên derxistin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din