Li Kobanê ciwanek hate kuştin

Li bajarê Kobanê ciwanek hate kuştin. Li gorî agahiyên destpêkê, bûyer ji ber nakokiyek kevin di navbera du malbatan de pêk hat.

Ciwanê 20 salî F.X.B ji hêla kesê bi navê A.M.E yê 34 salî di saet 15:30`an de hate kuştin. Li gorî agahiyên destpêkê ciwan ji ber kêşeyek di navbera malbatên kujer û kuştî de hate kuştin.

Bûyer li daristana li rojavayê bajarê kobanê pêk hat. Piştî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudexele kir û yekser dest bi lêpirsînê kir. Her wiha kesên ku têkiliyên wê bi bûyerê hene girtin.

Ji aliyekî din ve termê ciwanê kuştî ji nexweşxaneya Kobanê re hate rakirin da ku ji hêla tiba edlî were keşfkirin.

Kêşeya ku dibêjin bûyer ji ber wê pêk hatî, beriya salekê li Tirkiyê çêbûye. Bavê kujer ji hêla bavê kuştî hatiye kuştin. Ji ber wê kujer îro tola bavê xwe ji wê malbatê hilda.

(şx)

ANHA


Mijarên Din