​​​​​​​Li Kobanê dê 4 rojan av were qutkirin

Gerînendetiya Avê ya Kobanê ragihand ku di hefteya pêş de dê 4 rojan av li ser bajêr were qutkirin.

Gerînendetiyê biryarnameyek derxist û tê de diyar kir ku av dê 4 rojan li ser bajêr were qutkirin da ku depoyên avê bê dezenfektekirin.

Li gorî biryarnameyê, av dê ji roja yekşemê 17`ê Gulanê û heta roja Çarşemê 20`ê Gulanê were qutkirin. Di vê demê de dê depoyên avê yên li gundewarên rojavayê Kobanê werin paqijkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din