Li Kobanê dema dagirtina pelên tirî

Jinên Kobanê dest bi komkirina mewsima pelên tirî ji demsala zivistanê re kir ku heta zivistanê dê ew pel ji bo gelek xwarinan werin dagirtin.

Li Kobanê her sal di destpêka meha Gulanê de, pelên darên tirî (mêw) li gundê Momanê eşqin didin û şîn dibin, di wê demê de jinên Kobanê êdî pelên tirî kom dikin û ji zivistanê re dadigirin.

Di sala borî de, pelên tirî ji herêmên Efrîn, Bab û Cerablusê derbasî herêma Firatê dibûn, lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê ew herêm dagir kirin û rê qut kirin, îsal pel ji bajarê Minbicê û tenê li gundên Kobanê Momayê derbasî van herêman bûn. Ji ber wê jî îsal nirxê pelên tirî biha ye.

Pelên tirî 2 cureyên xwe hene; pelên fransî û pelên erşan. Kîloyê pelên fransî ji ber zêde nayê dîtin, biha ye, bi hezar û 500 lîreyan û yên erşan jî bi 800 lîreyên Sûriyê tên firotin.

Pelên tirî tenê ji meha Gulanê heta dawiya mehê tên komkirin, piştî wê jî ew pel hişk dibin û ji mewsima zivistanê nayên rakirin.

Şêniya ji bajarê Kobanê Ela Şahîn diyar kir ku îsal pelên tirî ji ber zêdebûna barîna baranan, zêde şîn, mezin û baş in û wiha got: "Em her sal divê demê de pelên tirî ji zivistanê re kom dikin, pelan ji bo xwarina dolman (kovik) ku riz (birinc) û goşt dixin nav pelên tirî û jê re dibêjin pelên salm e. Hem jî ji bo xwarina qêmelix a ji savar û pelên tirî tê çêkirin, dadigirin. Tehma wan pir xweş e û kesên temenmezin ji wan xwarinan hez dikin."

Ela da zanîn ku pel piştî li ser hev tên pêçandin, dixin bîdonekî naylon, paşê av û xwê dixin ser pelan û heta zivistanê ew bel zer dibin û ji xwarinê re tên dagirtin.

Firoşkarekî sebzeyan li Kobanê Şahîn Cemal Kalo jî wiha got: "Îsal kêmasiya pelên tirî heye, ji ber ku zêde li Kobanê nayê çandin û yê ku ji Minbicê tînin, têra şêniyên herêmê nake.”

ANHA


Mijarên Din