Li Kobanê dengê du teqînan hate bihîstin- HATE NÛKIRIN

Piştî çend kêliyan ji tevgera balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Kobanê, dengê du teqînan hate bihîstin.

Piştî  çend kêliyan ji tevgera balafirên mirov ên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê, dengê du teqînan hate bihîstin. Tê texmînkirin ku balafikrên bêmirov ên Tirkiyê li cihekî dabin.

Li gorî agahiyên destpêkê, dengî teqîna yekemîn ji nêzî sûk El-Hal a bakur bajarê Kobanê ya nêzî sînor hatiye û ya duyemîn jî ji gundê Termik ê bakurê bakarê hatiye.

Di encamê de ziyan madî gihaştin malên welatiyan. Lê ziyanên mirovî çênebûne.

ANHA


Mijarên Din