Li Kobanê der barê rewşa siyasî de panelek hate lidarxistin

Endamê MSD‘ê Mihemed Elî got: " Me ji Washington û Rûsya garantî girt da ku Kobanê biparêze û pêşî li dagirkeriya Tirkiyê bigire, lê ev nayê vê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker dê hewl nede mûdaxleya herêmê bike û dagir neke. Di dawiyê de berjewendiyên wan di herêmê de hene."

Navenda Sûriyê ya Lêkolîn û Diyalogan paneleke li ser rewêşa siyasî li bajarê Kobanê li dar xist. Endamên saziyên sivîl, kesayetên siyasî, civakî û hiqûqî beşdarî panelê bûn.

‘DI NAVBERA ME DE TÊKILIYÊN DOSTANIYÊ HENE, EM JI BO VEGERANDINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI KAR BÎNIN‘

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî axivî û got: "Di vê pêvajoyê de me dikarî têkiliyên doplomasî bi hemû aliyan çêbikin, me dikarî çeteyên DAIŞ‘ê tune bikin. Gelek rastî hene divê li ser wan werin sekinandin. Di vê pêvajoya zehmet de me têkiliyên dostanî bi gelek dewletên cîhanê re ava kir."

Hesen Mihemed Elî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Piştî me DAIŞ‘ê şikand me dizanî ku wê li hemberî me ji hemû aliyan ve rageşî derkevin. Bi rastî tişta ku me texmîn dikir wekî wê derket. Tirkiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi van êrişan dixwaze planên xwe di herêmên de bi cih bîne. Tirkiyê di civînên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de armancên xwe eşkere ragihand ku xwest li ser erdê aktîv bimîne."

Elî bi domdarî got: "Di êrişên dawî yên Tirkiyê de ji ber gelek zextan û ji bo ku qada şer berfireh nebe me lihevkirinên agirbestê qebûl kir da ku sivîlan ji koçberiyê biparêzin. Di pêvajoya niha de em hewl dide bi siyasetê herêmên xwe vegerînin û em ê vegerînin, lê pêwîstiya vê yekê bi xebateke siyasî mezin heye."

‘REJIM HEWL DIDE NAKOKIYÊN ETNÎKÎ BIAFIRÎNE‘

Hesen destnîşan kir ku rejîma Sûriyê hewl dide li van herêman nakokiyên etnîkî biafirîne, lê siyasetên wê li herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne birêveberin bi bin ketin û wiha pêde çû: "Rejîm dixwaze di navbera pêkhateyan de xirab bike û nakokiyên etnîkî derbixîne. Lê me pêvajoya xizmeta lezgîn di xebatên siyasî de derbas kir. Em niha li ser aktîvkirina siyaseta kar dixebitin da ku xizmetek domdar pêşkêşî welatiyan bikin û baweriyê bidin wan da bi me re stratejî û siyasetên me biparêzin."

‘DOZA KURDÎ BÛYE MIJAREKÊ NAVDEWLETÎ, DIVÊ EM BI HESASIYET TEVBIGERIN‘

Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku "Di nava starejiya me de yekrêziya Kurdî ye û komkirina mala Kurdî ji windabûnê heye. Divê hemû pirsgirêk li ser masê bin da ku bighêjin helwesteke Kurdî hevpar, ji ber ku doza Kurdî ne tenê Sûriyê eleqedar dike, di heman demê de dozeke navdewletî ye, divê li gorî vê hesasiyetê tevger were kir."

‘EM HEWL DIDE DIYALOGAN DI NAVBERA RÊVEBERIYA XWESER Û OPOZISYONA LI EWROPAYÊ DE PÊK BÎNIN‘

Elî îşaret bi girîngiya diyalogan bi muxalefeta Erebî ya Sûriyê kir û wiha domand: "Divê lihevkirineke bi Opozisyona Erebî ya Sûriyî hebe, em niha ji bo lidarxistina diyalogan bi opozisyona Sûriya ya demokratîk li Ewropayê dixebitin. Li gorî van diyalogan em hêvî dikin ku kongreyek bi tevlîbûna opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser were lidarxistin da ku destûra Sûriyê û gelek prisgirêkên di navbera herdu aliyan de der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de werin nîqaşkirin. Em naxwazin vegerin çarkoşeya ewil a aloziya Sûriyê, em dixwazin bighêjin Sûriyek nû. Her wiha em dixwazin hemû cûre şer li Sûriyê bi dawî bibin û hemû li ser maseya diyalogan rûnên. Em li ser gelek dosyan dixebitin, yek jî rêgirtina li ber Tirkiyê ku herêmên din ên Sûriyê dagir neke."

‘AMERÎKA Û RÛSYA SOZA PARASTINA KOBANÊ DAN‘

Elî di dawiya axaftina xwe de got: "Me ji Washington û Rûsya garantî girt da ku Kobanê biparêzin, pêşî li dagirkeriya Tirkiyê bigire û nehêle berfireh bibe, lê ev nayê vê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker dê hewl nede mûdaxleya herêmê bike û dagir neke. Di dawiyê de em bi dewlên mezin re danûstandinên û gelek berjewendiyên wê di herêmê de hene."

PIRS Û NÎQAŞÊN DI PANELÊ DE

Di panelê de pirsên girêdayî rewşa heyî hatin kirin. Piraniya pirsan girêdayî diyaloga Sûr-Sûrî, parçebûna civaka Sûriyê di encama belavbûna gendelî, bertîl û hwd de di nav rejîmê de, kuştin û koçberî. Her wiha girêdayî desteka Rûsya ji rejîma Sûriyê re, tevî ku gelê xwe dikuje, pirsa yekrêziya Kurd kirin. Her wiha bang kirin ku çareseriyên hatine pêşkêşkirin werin şîrovekirin. Encamên civînên diyaloga Kurd-Kurd çi ne?

Girêdayî wê lêkolîner û siyasetmedar Mesûd Mihemed piştî axaftina Hesen Mihemed axivî û got ku divê Rêveberiya Xweser xeleka dîplomasî fireh bike, têkiliyan bi tevahiya dewletên cîhanê re xurt bike û bi rêya wan têkiliyan divê hêviyên partiyên Kurd werin pêşkêşkirin.

Her wiha mamosteyê akademîk Şervan Muslim pirs kir: "Gelo bi rastî mirov dikare bêje, şerê bi wekîlan ê ku di dirêjahiya salên derbasbûyî de li Sûriyê pêk hatiye bidawî bû? dewletên cîhanî daketin qadê û bi rêya çekên hêzên xwe eşkere kirin. Gelo garantiyên girêdayî lihevkirina Rêveberiya Xweser bi Tirkiyê re hene? Ev lihevkirina ku DYA`yê pêşkêş dike bi taybet piştî ku DYA`ê dev ji van herêman  berda û wek diyarî ji berjewendiyên her du welatan re hişt? "

Hesen bersiva pirsan da û got: "Me gavên mezin avêtin ji bo ku em bigihêjin vê pêvajoyê ji lihevkirinên bi dewletên cîhanî re. Lê divê em bi rewşê naxapin. Ji ber ku dewlet û pergalên ku temenên wê zêdetirî 70 salî ye tên guhertin. Lew ra ger berjewendiyên dewletên lîstokvan di aloziya Sûriyê de bi me re pêk nehatin, dê li dijî me bin, ev jî ne dûr e. "

Hesen wiha domand: "Me bi hemû aliyan re lihev kir. Me bang li tevahiya aliyan kir ku ji bo ku bigihêjin çareseriyek siyasî ji rewşa Kurd yan jî rewşa Sûriyê re. Divê em lez nekin. Divê em têgihêjin hemûyan. Ji ber ku em li ser keştiyekê ne. Ger noqî binavê bû em ê hemû bifetisin."

Hesen di nav axaftinên xwe de got:  "Em ne li dijî têkiliyan in. Lê divê ev têkilî di ber çavan re werin derbaskirin û xetên sor ên girêdayî çaranûsa gelê Kurd derbas nekin. Wek MSD`ê em ê li dijî her partiyekî ne bi aliyên derve re li ser hesabê gelê Kurd bisekinin. Em bi awayekî fireh li ser têkiliyên xwe yên derve bi tevahiya dewletên herêmê û cîhanê re kar bikin. "

Hesen di dawiyê de got: "Ruxmî derbasbûna gelek salan ji lidarketina civînên Soçî û Astana, lê heta vê kêliyê çareserî pêk nehat. Têkiliyên me bi rejîmê re çareserî di şevek û rojekê de pêk nayê. Nîqaş û danûstandin hene. Divê diyalog sûrî be heta em bigihêjin çareseriyek dawîn ji Sûriyê re."

Hesen destnîşan kir ku divê yekitiya Kurd pêk were ji bo ku hêviyên gelê Kurd bigihêjin tevahiya qadên navneteweyî. Divê partiyên Kurd di vî warî de tawîzan bidin û xizmeta ajandeyên derve nekin.

ANHA


Mijarên Din