Li Kobanê dîsa agir bi zeviyan ket

Li kantona Kobanê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Mînas ket, di encamê de bi dehên hektar û hin darên fisteq û zeytunan şewitînin.

Agir bi zeviyên gundê Mînas ku dikeve rojavayê bajarê Kobanê ket, di encamê de bi dehên hektarên ku hîn nehtiye çinîn, şewitîn.

Şêniyan diyar kirin ku êgir ji ber çirûska ji patoza deret, rû da.

Di encama şewitandinê de nêzî 50 hektar ji hilberîna genim, ceh ku bi piranî hîn nehatibû çinîn û bi dehan ji darên fisteq û zeytûnên li gund şewitîn.

Di vê çarçoveyê de xelkên gund û YPG`ê yekser berê xwe dan cihê şewatê, heta ku agirvemirandin gihaşt û agir vemirand.

Hêjayî bibîrxistinê ku di demên dawîn de li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatê bi hezarên hektaran zeviyên çandinî bûne xwelî.

Li kantona Kobanê heta niha hezar û 500 hektar zevî ku piranî ji ber kontaka li gundê Fecir rû da pê ketiye û di encamê de bi rûbera 8 km ji erdên çandiniyê hate şewitandin.

Duh jî li gundên Şîşê, Qertel, Metîn û Bir Areb ku li rojhilatê kantona Kobanê, agir bi zeviyan ket û di encamê de bi dehên hektaran hatin şewitandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din