Li Kobanê du şehîd hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê şehîd Xelîl Ibrahîm Sawbecî û şehîd Nûjîn Ararat oxir kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan jî di merasimê de nasnameya şehîd Rûstem Kobanê yê ku di Berxwedana Serdemê de de şehîd bûbû, eşkere kir.

Şêniyên kantona Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Xelîl Ibarhîm Sawbecî endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şervana YPJ`ê Heyfa Hec Kerû bi nasnav Nûjîn Ararat li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Xweparastinê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn li goristanê kom bûn û wêneyên şehîdan hildan.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Şervanên Xweparastinê, YPG û YPJ`ê torenek leşkerî lidar xistin. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber ê Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Muslim rola şehîdan a di pêkanîna serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina DAIŞ`ê silav kir û got: "Rêya şehadetê rêya azadî û rûmetê ye."

Yek ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Serêkaniyê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Kurdistan tekez kir ku gelên herêmê bi saya fedekariyên şehîdên gelên herêmê, di nav ewlehiyê de dijîn.

Kurdistan di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina têkoşînê heya dawiyê û rizgarkirina her bostek ji xaka dagirkirî, da.

Piştre bawernameyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên şehîdan nasnameya şehîd Ebdo Umer bi nasnav Rûstem Kobanê şervanê YPG`ê yê ku di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûbû, eşkere kir.

Piştî radestkirina bawernameyên  şehadetê, girseya gel cenazeyê şehîd Nujîn Ararat li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan li ser daxwaza malbata şehîd, cenazeyê şehîd Xelîl ibrahîm Sawbecî radestî malbata wî kir da ku li gundê Um Seharîc ê girêdayî navçeya Sirînê defin bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din