Li Kobanê û Helebê jî şahiyên 8`ê Adarê dest pê kir

Li Kobanê û Helebê çalakiyên 8`ê Adarê ku ji aliyê Kongreya Star ve tên organîzekirin, dest pê kir.

KOBANÊ

Bi hezaran ji jinên Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen li bajarê Kobanê beşdarî şahiya 8`ê Adarê bûn. Jinên Eyn Îsa, Girê Spî û Sirînê jî beşdarî şahiyê bûne.

Şahî li Qada Jina Azad li dar dikeve. Tê payîn ku axaftin werin kirin û stran û dîlan werin pêşkêşkirin.

HELEB

Li Helebê jî şahiya 8`ê Adarê li pêş Nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna bi sedan jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir.

Jinan cilên folklorîk li xwe kirin û alên YPJ`ê hildan.

Şahî bi xwendina nameya rêber Abdullah Ocalan a herî dawî, dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din