Li Kobanê jî şagirtên zanîngehê dest bi hemleya paqijkirina bajar kir

Şagirtên Zanîngeha Kobanê yên Beşa Ekolojiyê ji bo paqijiya bajêr û alîkariya şaredariyê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya paqijkirinê kir.

Bi dirûşma "Paqijî ne tenê karê şaredariyê ye" şagirtên Zanîngeha Kobanê yên Beşa Ekolojiyê bi daxuyaniyekê dest bi hemleya paqijkirina bajêr kir.

Wê hemle mehekê berdewam bike. Daxuyaniya destpêkirinê li Sûka Tilelê ku li navenda bajarê Kobanê dikeve, hate dayîn.

Îro şagirt daketin Sûka Tilelê û paqij kir û belavokên bi nivîsa "Bajarê me mala me ye, paqijyê biparêzin" belav kirin.

Daxuyanî ji aliyê şagirta zanîngehê Yasmîn Mehmûd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Zanîngeha Kobanê, erk û berpirsyariya me ne tenê di qada perwerdeê di qadên tevahî jiyanê de em xwedî roleke misyonin.

Ji bo civakek exlaqî û polîtîk û zanistî tişta ku her pêwîst paqijeye. Paqijî ne tenê karê şaredariyê ye. Em wekî zanîngeha Kobanê xwe berpirsiyar dibînin. Ji bo vê me himleya xwe ya paqijiyê dest pêkiriye. Projeya me ew e ku em tevahî sûk, kolan û parkên bajarê Kobanê paqij bikin.

Hemle îro dest pê dike û heta mehekê bê navber berdewam e.

Divê her cihê ku xwendekar lê hebin paqij be. Ji bo wê em bang her welatiyekî û bi taybet xwendekar ku guhertin û veguhertina civakekê bi wan destpê dike ku xwedî li bajarê xwe derkevin û paqij bikin."

Şagirtê bi navê Rûxeyan Ehmed got şêniyên Kobanê bi şaredariyê de nabin alîkar di paqijkirina bajêr de û wiha got: " Pêwîste her kes ji xwe de destpê bike û bajarê xwe paqij bike, ji ber ku paqijî ne tenê karê şaredariyê ye. Em ê her kolaneke Kobanê paqij bikin."

Wê sibeh şagirtên zanîngehê parkên Kobanê paqij bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên derbasûyî de, şagirên Zanîngeha Rojava jî dest bi hemleya paqijkirinê li herêma Cizîrê kirin.

(sn-şm)

ANHA


Mijarên Din