Li Kobanê ji bo cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin

Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG'ê Zekeriya Cimo (Agir Kobanê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de 9 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên rêveberiyên xweser û leşkerî cenazeyê şervanê YPG'ê Zekeriya Cimo (Agir Kobanê) yên ku 11'ê Îlonê di qezaya perwerdeyê li Hesekê şehîd bû bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Şêniyan 9 cangoriyên azadiyê yên ku di di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Mewas (Mezlûm Qubê) û  Elî Hecî (Ebû Cebel), şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah Mehmûd, şervanê QSD'ê Salih Kobanê, gerîlayên HPG'ê Cemîl Mihemed (Hemlet Qenaya), Dozgîn Mihemed (Rojbîn Gulnaz), Medîne Şêxo (Eylem Cûdî), Mihemed Cuma (Rohat Kobanê), Şervan Botan.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Ehmed Şêxo axivî û banga tevlêbûna pêngava "Bes tecrîd, dagirkerî, faşîzm..dema dema şoreşê" kir û got: "Em layiqî keda şehîdên xwe bin û destkeftiyên şoreşê ku bi xwîna wan hatine qezenckirin biparêzin. Divê em têkoşîna li hemberî dagirekriyê mezin bikin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd Agir Kobanê, di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA


Mijarên Din