Li Kobanê ji bo parastin û piştgiriya zimanê Kurdî pêşbirkek

Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê bi armanca  parastina zimanê Kurdî pêşbirkeke bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Kobanê lidar xist.

Bi armanca parastin û belavkirina zimanê Kurdî Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê pêşbirekek bi beşdarbûna deh endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Kobanê lidar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin pela pirsan ku ji 20 pirsan pêk dihat li beşdarên pêşbirkê hatin belavkirin. Pirs girêdayî rastnivîs û rêgezên zimanê Kurdî bûn.

Piştî ku dema bersivadayîna pirsan bi dawî bûn, her beşdarekî tekstek li pêşiya komîteyê organîzekirina pêşbirkê xwend.

Pêşbirek 40 deqîqe bûn. Navên kesên biserbikevin dê di 21‘ê vê mehê werin eşkerekirin û xelat li wan bên belavkirin.

Demek beriya niha Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê pêşbireke pirsên fikirî û çandî li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido lidar xistibû.

ANHA


Mijarên Din