Li Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk meşek bi maşeleyan

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê di bin dirûşmeya `Ji bo şikandina dagirkeriyê serî hildin` de meşek bi meşaleyan orgenîze kir.

Meş ji kolana stasyonê li navenda bajêr ber bi deriyê Mirşid Pinar ve ya li ser sînroên di navbera bajêr û bakurê Kurdistanê de, destpê kir.

Ciwanan di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina sivîl û gundên başûrê Kurdiostanê berz kirin û pankartên bi nivîsên `Ji bo şikandina dagirkeriyê serî hildin` rakirin.

Piştî ku meş rawestî, endama yekitiyê Perwîn Bozan axivî, berdewamkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd bi giştî û binpêkirinên wê li başûrê Kurdistanê û Efrînê bi taybet şermezar kirin.

Perwîn di axaftia xwe de berpirsyariya şehîdxistina fermendarê Pergala Civaka Kurdistanê Diyar Xerîb hilda ser hikumeta başûrê Kurdistanê ji ber ku li hember zêdegaviyên dagirkeriya Tirk bêdeng e.

Meş bi berzkirina ciwanan dirûşmeyên şermezarkirina hevkariya hikumeta başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re ji bo kuştina gelê Kurd û pêkanîna komkujiyan bi dawî bû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din