Li Kobanê jin ji bo Leyla Guven meşiyan

Betalkirin û girtina parlamantera HDP‘ê  Leyela Guven ji aliyê AKP/MHP’ê ve bi meşeke girseyî li Kobanê hatin şeremzarkirin.

Du roj beriya niha hikumeta AKP/MHP‘ê wekîliyên Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari yên HDP’î betal kirin û ew girtin.

Li ser banga Kongreya Star a bi dehan jinên Kobanê  bi dirûmeyê "Na ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî têkoşer Leyla Guven re" meşiyan

Jinan wêneyên Leyla Guven, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Dest nedin guliyên jin, guliyên jinê sembola serkeftinê ye", "Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin û Rêber Apo azad bikin" û "Bi pêşentiya jinê mirovahî ji hovîtiya DAIŞ‘ê xilas bû" hatin hildan.

Meş ji qada Jina Azad a naverasta bajarê Kobanê ber bi Qada Şehîd Egîd ve dest pê kir. Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Egîd rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Hacim axivî û got, dewleta Tirk careke din bi awayekî hovane li sûcên xwe yên li dijî parlamantera HPD‘ê Leyla Guven vegeriya.

Rewşen anî ziman ku, jiyan ji ber Koronavîrusê rawestiya lê dewleta Tirk siyasetên xwe yên faşîm ên li dijî kurdan ji qetilkirin, êriş û wêrankirin ranewestandiye.

Rewşen bang li rêxistinên mafên mirovan û jinên cîhanê kir ku piştevaniya têkoşer Leyla Guven bikin û wê ji girtîgeha AKP‘ê rizgar bike.

Hevseroka Buroya Enerjiyê ya Herêma Firatê Nesrîn Kenan jî bi navê Rêveberiya Xweser axivî û hovîtiya dewleta Tirk a li dijî Leyla Guven û hevalên wê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk ji berê ve şerê tunekirina hebûna kurdan dike û di demên dawî de hovîtiya xwe ya li hemberî parlamanetên Kurd bi taybet û kurdan bi giştî zêde kir."

Nesrîn her wiha anî ziman ku ku dewleta Tirk ji pêşketina fikirî ya jinê û îradeya wê azadî ditirse ji ber vê jinên têkoşer û azad dike hedef.

ANHA


Mijarên Din