Li Kobanê Komîteya Lihevanînê du malbat lihev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê bi hevkariya Komîteya Malbatên Şehîdan du malbat li hev anîn. Di navbera her du malbat de ji ber parvekirina milkên çandiniyê nakokî derketibû.

Di navbera malbata Îd Kalo û Muslim Hesê de ji ber milkên çandiniyê nakokî derketibû. Endamekî malbata Kalo ji aliyê malbata Hesê ve hate gulebarankirin û birîndar bûbû. Nakokiya her du malbatan bi hefteyan dewam kir.

Merasîma lihevanîna her du malbatan li gundê Tehtik ê rojavayê bajarê Kobanê lidar ket.

Endamên her du malbatan, malbatên şehîdan û Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê di bin konê lihevanînê amade bûn. Komîteya Lihevanînê zevî di navbera her du malbatan parve kir û malbat li hev anîn.

Her du malbatan spasiya Komîteya Lihevanînê û malbatên şehîdan kirin ku ew li hev anîn e.

ANHA


Mijarên Din