Li Kobanê Komîteya Lihevanînê du malbatên nakok li hev anîn

Bi însiyatîfa Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê li bakurê Sûriyê bi koordîneya rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên herêmê, îro, du malbatên ji Kobanê ku di encama qezeyeke trafîkê de şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk jiyana xwe ji dest daye, li hev anîn.

Merasîma lihevanînê ya di navbera malbata şervan Hesen Şahîn û malbata Mihemed Muslim de yê ku bû sedem ku şervanê QSD`ê di qezeyeke trafîkê ya bi nezanî de jiyana xwe ji dest bide, bi tevlêbûna bi dehan şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Kobanê û herêma Sirînê, fermandarên QSD`ê li gundê Belk li başûrê Kobanê li dar ket.

Di merasîmê de her du aliyan pêwîstiya derbaskirina fîtneyan bi taybet di vê dema niha de destnîşan kir.

Di dawiya merasîmê de her du aliyan soza vegerandina giyana hezkirin û biratiyê di navbera xwe de da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din