Li Kobanê komîteyeke zanistî û 3 navendên tenduristiyê tên amadekirin

Di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê de Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê 3 navendên tenduristiyê li bajarê Kobanê amade bike, her wiha desteyê ragihand ku komîteyeke zanistî ya lêkolîkirina Koronavîrusê (Covid- 19) ava kiriye.

Amadekariyên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê bi rasthatina bilindbûna hejmara pêketinên Koronavîrusê li welatên derdorê, nexasim li Tirkiye û Iraqê, zêde bûn. Li aliyekî din Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku li herêmê tu rewşên pêketina Koronavîrusê nehatine tomarkirin.

Di çarçoveya pêkanîna tedbîrên li dijî Koronavîrusê de Desteya Tenduristiyê çarşema borî navendeke hewandina rewşên pêketina biguman a Koronavîrusê amade kir, her wiha desteyê navenda karantînayê ji bo rewşên piştrastkirî ku pêwîstî bi tecrîdê heye, bi dawî kir.

Li rex wê jî desteyê 8 erebeyên ambulansê yên nû bi rasthatina taybetkirina xeteke telefonê ji rewşên awarte di demeke berê, derbas kirin.

DI NAVENDA TENDURISTIYÊ DE 150 TEXT HENE

Desteya Tenduristiyê ya herêmê navenda sêyemîn a tenduristiyê ku 150 text tê de ne, amade dike, her wiha tîma tenduristiyê ya Kobanê hewl dide piştevaniya wan textan bi pêdiviyên tenduristî di rojên pêş de bike.

Dê navenda tenduristiyê ya sêyemîn ji bo karantînayê ku rewşên piştrastkirî ya pêketinên Koronavîrusê ragihandî, da ku kesên pê ketibin ji şêniyên bajêr û gundewaran bên tecrîdkirin. Navenda karantînayê ya sereke li Miştenûrê ye.

KOMÎTEYA ZANISTÎ HAT AVAKIRIN

Di heman çarçoveyê de Desteya Tenduristiyê ‘Komîteya Zanistî’ da ku pêşdeçûnên dawîn der heqê Koronavîrusê û angaştên wê li asta cîhanê lêkolîn bike, ava kir.

Komîte ji 12 bijîşkan pêk tê; 4 bijîşkên pisporiya nexweşên hundirîn, 2 bijîşkên pisporên zarokan, bijîşkekî pisporiya raysê, 2 bijîşkên pisporên giştî, bijîşkek guh, difin û qirikê û 2 bijîşk jî endamên rêveber ên desteyê ne.

Li gorî endamê Komîteya Tenduristiyê ya Zanistî ya lêkolînkirina Koronavîrusê Elî Şahîn, erk û mîsyona komîteyê niha der barê rewşa rêbazên parastinê yên Koronavîrusê li herêmê de, çawaniya dan û standina bi rewşên pêketinê heke hatin dîtin, lêkolînkirina vîrusê û derfeta dîtina dermanên dijber bi hevkariya bi komîteyên dîtir ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din