Li Kobanê kurmê capnodis li darên fistiqan daye

Kurmê capnodis li Kobanê di nav darên fistiq helebî de belav bûye û heta niha tu çareserî jê re nehatiya peydakirin.

Li bejahiya rojavayê Kobanê bi piranî darên zeytûn û fistiq helebiyan diçînin. Gundên Cibnê, Pêndir û Çariqlî fistiq lê hatine çandin. Li gundê Çariqlî yê girêdayî bajarê Kobanê bi hezaran darên fistiqan çandine, lê îsal nexweşiyek di nav darên fistiqan de belav bûye û tu çareserî ji bo wê nexweşiyê nehatine dîtin.

Kurmê capnodis anku ‘kurmê binê fistiqan’ ji hêlînên kêzikên reş çêdibe. Ew kêzik dibin kurmê capnodis ku li bin darên fistiqan di nav axê de dijîn û zû bi zû namirin. Dermanê ku capnodis pê tê kuştin, heta niha li herêmê peyda nabûye.

Cotkarên ku darên fistiqan çandine, nerazîbûna xwe ji ber kurmê capnodis nîşan didin, ji ber ku neçar mane û pirsgirêka nexweşiyê hêdî hêdî di nav hemû daran der belav dibe.

Li gorî cotkarên xwedî darên fistiqan ku sedema çêbûna kurmê capnodis ji hewaya îsal e ku zêde cemed tune bû. Çareseriya vê nexweşiyê wê tenê cemed, serma û qerama zêde ye.

Cotkarê bi navê Ekrem Miho derdora 10 darên fistiqan ji ber kurmê capnodis qut kirine, heta meheke din ku neyên tedawîkirin, dê bi temamî werin qutkirin. Miho nerazîbûna xwe ji ber belavbûna nexweşiyê nîşan da û got: "Îsal me gelek zehmetî ji ber kurmê di nav darên fistiqan de belavbûyî,  kişandin. Tevî wê dermanê vê nexweşiyê yê ku li herêma Kobanê heye sûdê li daran nake, ji ber wê em dixwazin dermanxaneyên heyî çareseriyekê ji vê nexweşiyê re bibînin."

Der barê mijarê de endezyarê çandiniyê Îsa Şêx Îsa jî got ev nexweşî îsal li Kobanê zêde bûye, ew kurmê capnodis bi hêsanî nayê bidawîkirin, lê bi du cureyan kurm kêm dibe; yek jê heybera kîmyawî ku 3 lître ji dermanê Dises Di Soper dixin nav bermîleke av û lê dikin, a din jî dermanê Salt Nor di nav daran de direşînin û bi wî rengî kurmên di di nav axê de dikuje.

Îsa Şêx diyar kir ku ew şaşiyên îsal derbasbûyî, ji ber kêmasiyên cotkaran gelek cureyên daran di nav hev de çandin, paqijiya daran baş nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Divê  şaşiyên îsal, di sala pêş de neyên dubarekirin, amadekarî werin kirin û li xweza û daran baş were dîqetkirin.”

ANHA


Mijarên Din