Li Kobanê leşkerên Tirk welatiyek birîndar kir

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê welatiyê bi navê Kanîwar Şahîn Cezayirî ku ji şêniyên kantona Kobanê ye kir hedef û birîndar kir.

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê li rojhilatê bajarê Kobanê welatiyê bi navê Kanîwar Şahîn Cezayirî ku ji şêniyên kantona Kobanê ye kir hedef û birîndar kir.

Li gorî agahiyên ku ji ajansa me re hatin gotin welatiyê bi navê Kanîwar Şahîn Cezayirî ku li gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanê li nêzî sînor dixebitî bû hedefa guleya leşkerên artêaş Tirk a dagirker.

Di encama wê de Kanîwar (28) birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Minbic. Li gorî agahiyên destpêkê ku rewşa wî baş e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din