Li Kobanê Mûdîriyeta Pêjiyanî  xebata xwe li ser sûkan didomîne

Mûdîriyeta Pêjiyanî li kantona Kobanê madeyên xwarin û vexwarinê yên demborî di navbera gerên rojane li sûkan de girtin.

Mûdîriyeta Pêjiyanî li kantona Kobanê gerên rojane bi rêya dewriyeyên mûdîriyetê yên qedexekirina madeyên demborî û hakîmiyeta bihayan, didomîne.

Di vê çarçoveyê de, mûdîriyetê hin madeyên xwarinê yên demborî ku di demeke berê de di gerên xwe de girtibûn, şewitandin.

Mûdîriyeta Pêjiyanî li ser belavbûna madeyên demborî ku ji ber xeteriyên mezin li ser tenduristiya şêniyan heye, hişyar e.

Nirxa daneyên ku mûdîriyetê di dema 4 mehan de ji madeyên xwarinê û vexwerinê girtibûn û şewitandin, nêzî 2 hezar kg e.

Di vê derbarê de ji çavdêrên li ser dewriyeyên Mûdîriyeta Pêjiyanî Hêvdar Hiso tekez kir ku  divê xwediyên dikanên bazirganiyê dorveger madeyên xwarinê bişopînin û yên demborî jî bi rêbazekî baş xwe jê xelas bikin bikin.

Hêvîdar bang li şêniyan kir ku bi Mûdîriyeta Pêjiyanî re bibin alîkar û der barê madeyên demborî yên li gel dikanan agahiyê bidin.

Ji aliyekî din ve jî şênî Mûdîriyeta Pêjiyanî der barê lawazkirina hakîmiyeta li ser bihayan rexne kir. Lê li rexê jî mûdîriyet got divê şênî kesên bi bihayan dilîzin û li gor bihayên ku mûdîriyetê diyarkirî tevnagerin, agahiyê bidin.

Mûdîriyet der barê kesên li gel wan madeyên demborî tên girtin an jî li gor bihayên diyarkirî tevnegerin de, bergiriyên qanûnî pêk tîne û bacan li wan dibire.

(fr)

ANHA


Mijarên Din