Li Kobanê merasîma oxirkirina şehîdên Berxwedana Rûmetê

Îro bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmek girseyî cenazeyên 5 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de li Kantona Girê Spî û Serêkaniyê şehîd bûne li Goristana Şehîd Dîcle ye Kobanê  oxir kirin.

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê; Silêman Nebo bi nasnav Siyamend Reqa, Ridwan Bozî bi nasnav Zinar Kobanê, Osman Ehmed bi nasnav Qehreman Partîzan, Rocîn Ehmed bi nasnav Nocan Harûn, Badî Qadir bi nasnav Demhat Kadoz li Goristan Şehîd Dîcla ya Kobanê oxir kirin. Her wiha li goristanê, du şehîd Delîl Ismaîl (Qendîl Girik) û ji fermandarên YPJ`ê Sûad Cuma (Zîn Amara) hatin bibîranîn.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê û endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên sivîl tev li merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre, Hevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya bajarê Kobanê Ismet Şêx Hesen îşaret bi komkujiyên artêşa Tirk a dagirker der heqê gelên herêmê de destnîşan kirin. Şêx Hesen teqez kir ku kesek nikare vîna gelên berxwedêr bişkîne.

Şêx Hesen bang li gelên herêmê kir ku piştgiriya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk û piştevaniya wan di berxwedana li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker bikin.

Ji aliyê xwe ve Endama Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Şêrîn Osman axivî û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya çekên giran û qedexekirî bi kar tînin."

Şêrîn soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina berxwedanê heya pêkanîna serkeftinê da.

Piştî wê wesîqetên şehîdan hatin xwedin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din